ROJNAMEGERIYA KURDÎ BÊHNDANA KURDISTANÊ YE!

Yekemîn Rojnameya Kurdî di 22’yê Nîsanê 1898’an de bi hevkarî û keda birayên hev Miqdat û Abdurahman li paytexta Misir Qahîre yê hate derxistin. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat, di navbera salên 1898 û 1902’an de tevahî 31 hejmar hate weşandin.

Piştî weşana yekemîn a rojnameyê Dewleta Osmaniyan ji ber rojnameyê qedexe kir, rojname li Cenevre, London û hin bajarên Ewropayê weşangeriya xwe dewam kir. Ji bo hejmarek rojnameyê 2 hezar rojname dihatin çapkirin û li Kurdistanê bi awayekî veşarî dihate belav kirin. Dewleta Osmaniyan ligel qedexekirina rojnameyê ceza li kesên dixwend jî dibarand û ew ceza dikirin.

Dîroka 22’yê Nîsanê ya roja weşana rojnameyê li Başûrê Kurdistanê ji 22’yê Nîsana 1973’an û vir ve wekî salvegera damezirandina rojnameya Kurdî hat îlan kirin û her sal tê pîrozkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk 122’yemîn salvegera damezirandina Rojnameya Kurdî pîroz dikin. Em têkoşîn û keda hemû rojnamegerên ku di şexsê Mîqdat, Abdurehman Bedîrxan û Apê Mûsa de hat dayîn û ji hêla rejîmên faşist ve hatin qetilkirin bi bîrtînin û li hemberî têkoşîna wan rêz digirin.

Em bi vê wesîleyê hemû rojnamegerên ku ji pîvanên rojnamegeriyê tawîz nedane û li 4 perçeyên Kurdistanê dîl hatine girtin slav dikin û diyar dikin ku em her daîm ligel wan in û ew ne bi tenê ne. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku divê demek ji ya din zûtir hemû rojnamegerên Kurd û yên din ên girtî serbest berdin. Girtina Rojnamegerên ku di vê serdemê de azadiyê ji bo me radigihînin hevsengê astengkirina mafê ragihandina azadiyê ye.

Ligel hemû tiştî kevneşopiya Rojnamegeriya Kurdî li gorî desthilatdaran bi paş ketiye, lê li gorî Neteweya Kurdî bi dayîna gelek berdêlên mezin hêj mezin bûye û bi pêşketiye. Bi taybetî jî Rojnamegeriya Jinê û asta ku rengê jinê hatiyê, cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em jî ji ber vê pêşketinê gelek bi rûmet in. Rojnamegeriya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye, di serdema teknolojî û ragihandinê de divê di çerçoveya exlaqê weşangerî û çapemeniyê de qada objektîf ya bê mezinkirin û berfirehkirin e. Banga me ji gelê me re ew e ku divê gelê me di her şert û mercî de li rojname û rojnamegerên xwe xwedî derkeve û di nava piştevaniyê de be.

22.04.2020
KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK