Peymana Kongreya Civaka Demokratîk

NAV Û REMZ

Xal -1 ;

Navê wê Kongreya Civaka Demokratîk e.

Wêneya ku remza wê, li ser zemîna sipî, li ber peyva civak fîgura mirov ku civakê temsîl dike, peyvikên Koma Civaka Demokratik bi rengên kesk,sor û zer hatine nivîsandin e.

RAVEYA KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK

Xal-2:

Li gorî paradîgmaya jinparêz, ekolojîk û demokratîk, li ser asasên perspektîfa neteweya demokratîk, bi bingeha rêvebiriya cewherî, hemû gelên Kurdistan û Mezopotamyayê digire  nava xwe û bi armanca yekîtiya bawerî,siyasî û civakî avakirina pergalê;

Li hember nêrînên zayendîparêz, xwe-spartina pergala temsîliyeta wekhev û jiyana wê ya çand;

Bi feraseta hevkariya hemû aliyan,di çareserkirina pirsgirêk û pêdiviyên cuda de bingeh-girtina rêbazên demokratîk;

Li ser asasên diyalog û muzakereyan û di çarçoveya parastina mafên demokratîk de çareser- kirina pirsgirêkên ku bingeha xwe ji feraseta natewdewlet digirin;

Kongreyeke kurdistanî ye û ji parlamenter,hevşaredar û endamên hilbijartî ên şaredariyan, partiyên siyasî,komên siyasî,saziyên sivîl ên civakî,rêxistinên civakî yên demokratîk,rêxisti- nên jinan,ciwanan û hemû nûnerên gel û baweriyên ku li kurdistanê dijîn,rûsipiyên civatê û takekesan pêk tê.

 

ARMANC Û PEYWIRÊN KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK

 

Xal-3:

A-Di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û jinparêz de, ji bo rêxistinkirin û jiyana  hevpar a gelan, pêşengiya înşaaya neteweya demokratîk dike.Herwiha hevkariya nasnameyên cuda wekî dewlemendî dibîne û hemû pêkhateyan di sazûmaniyên demokratîk ên xweser de digihîne hev û bi rê ve dibe.

B- Xwe dispêre nirxên civaka exlaqî û polîtîk

C- Li hemberî feraseta netewdewletî, li ser bingeha hebûn û vîna cewherî, hêmana rêvebiriya cewherî dixe meriyetê.

D- Hemû gel û baweriyên kurdistanî, bi nasnameya xwe ya azad di nav jiyana siyasî,civakî û demokratîk de dide temsîlkirin.

Temsîliyeta hemû çand,bawerî û gelên Kurdistana Bakûr (Kurd,Tirk,Ereb,Asûrî,Suryanî,Kel- danî,Ermen,Mihelmî,Ezerî,Pomak,Terekeme,Domanî û Ol û baweriyên Musluman,Elewî, Xaçparêz,Ezîdî,mûsewî) dike.Pirzimanî,pirçandî û baweriyên cuda diparêze, ji bo wan cudahiya pozîtîv bi pêş dixe.Li hember pênase,pêşdarazî û kîn û nefreta ku ji aliyê desthilat- dariyê ve hatine çandin têdikoşe.

E- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hember pêkanîna yekîtiya nasnameyên azad ên kurdistanî û ji bo pêkanîna yekîtiya gel û komên kurdistanî li ser asasên çareseriyê têdikoşe û pêşengiyÊ dike.

F- Bi armanca înşakirina civaka jinparêz,di hemû qadên jiyanê de tevlîbûneke azad û wekhev bingeh digire. Wekî hêzeke pêşeng û xweser a civaka demokratîk,rêxistinbûyina jinê diparêze û li hemberî jinkujiyê têdikoşe.

G-Nakokiyên navbera mirov û xwezayê, wekî texrîbata feraseta desthilatdar dibîne, têkiliya xweza û mirovî ji feraseta desthilatdar diparêze û civakeke ekolojîk asas digire.Li hemberî texrîbata hevsengiya ekolojîk, talankirina cografyaya Kurdistan û Mezopotamyayê û tuneki- rina mîrateya me ya çandî, têdikoşe.

H- Hemû polîtîkayên pişaftin,xwepişaftin û komelkujiya ku li Dinya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê maşandin red dike.Li hemberî polîtîkayên netewdewlet ên berjewendîparêz, statûkoparêz û mêtingeriya gerdûnî, têkoşînê dide.Di çarçoveya wekhevî û azadi, ku nirxên hevpar ên mirovahiyê ne de,li ser asasên nasname û vîna cewherî hebûnê,wekî rêya sêyemîn qebûl dike. Berjewendiyên hevpar ên gelên kurdistanê diparêze.

I- Parastina cewherî, wekî mafekî gerdûnî dibîne û qebûl dike.Li ser vî asasî di hemû qadan de têkoşînê dide û xebatên xwe didomîne.

Î- Di jiyanê de jêneger-dîtina maf û azadiyên mirovan û demokrasiyê ji xwe re dike hedef.Di rêvebirina navxweyî û pêvajoyên biryardayinê de, vê hêmanê dişopîne.

J- Ji bo bikaranîna rê û rêbazên Demokrasiya Radîkal, li ser meclîsan re rexistinkirinê, bingeh digire

 

RÊ Û RÊBAZÊN RÊXİSTINKIRINA KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK

Xal-4:

1- LIJNEYA GIŞTî

a- Lijneya biryardar a herî bilind a Kongreya Civaka Demokratîk e.

b- Di bidestgirtin û nirxandina pratîka navbera her du serdeman de, ji bo hemû gelên Kurdistanî, di pêşxistina polîtîkayên bingehîn ên rêxistinkirin,tevlîbûna jiyana demokratîk û di derbarê pêkanîna biryar û plansaziyan de, herwiha,ku pêdivî pê hebe di guhertina peymana KCD’ê de xwedî erk e..

c- Lijneya Giştî ji 501 delegeyî pêk tê. Ji %60’ê delegeyan ji gel û ji %40’ê delegeyan ji sazî û dezgeyên rêxistikirî pêk tê. Li gorî vê 301 delege ji aliyê meclîsên gel ve tên hilbijartin. 200 delege jî dê ji saziyên sivîl ên rêxistinkirî,saziyên sivîl ên demokratîk,saziyên jin û ciwanan, partiyên siyasî, nûnerên tevgerên siyasî, nûnerên gel,bawerî û çandên cuda û ji rûsipiyan, werin hilbijartin.Nûnerên saziyên rêxistinkirî dê ji nav saziyên xwe bi pêşhilbijartinê bên hilbijartin.

d- Kongreya Civaka Demokratîk,Lijneya Giştî jî têde, di hemû lijneyên xwe de pergala hevserokati û temsîliyeta wekheviyê, bingeh digire.

e- Hilbijartin,li gorî hêmanên bingehîn ên peymana KCD’ê û rêziknameya hundurîn tê lidarxistin.

f- Di endamtiya Kongreya Giştî de,hêmana paşvekişandinê asas e.

 

2.ASASÊN XEBAT Û KOMBÛNA KONGREYA GIŞTÎ

 

 a- Hilbijartina delegeyên Lijneya Giştî, ji du salan carekê pêk tê û wekî meclîsa hilbijartî dixebite.

b- Ji nav delegeyên Kongreya Giştî, diwana ku ji hevserok û şeş alîkaran pêk tê, tê hilbijartin. Civîna Lijneya Giştî, ji aliyê vê dîwanê ve tê birêvebirin.

c- Lijneya Giştî, civîna xwe ji sê mehan carekê li dar dixe.Di rewşên awarte de bi daxwaza dîwana hevserokatiyê yan jî lijneya pêkanînêr,dikare pêşwext bê lidarxistin û herî zêde dikare  serdemek bê paşxistin

 d- Ciyê civîna Kongreya Giştî Amed e,

 e- Lijneya Giştî ji du salan carek hevserokên lijneya pêkanîner û 33 kesên ku dê lijneya pêkanîner pêk bînin,bi pirjimariya heyî hildibijêre.

 f- Lijneya Giştî civîn û xebatên xwe li gorî asasên rêziknameya Kongreya CivakaDemokratîk pêk tîne.

3- DÎWANA HEVSEROKATİYÊ

 

a- Dîwana Hevserokatiyê lijneya birêvebir ya civînên lijneya giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk e. Ji aliyê Lijneya Giştî ve bi temsîliyeteke wekhev hatiye hilbijartin û ji du hevserok û şeş alîkar pêk tê.

b- Xebatên biryargirtinê yên KCD’ê bi rê ve dibe.Biryarên ku hatine girtin ji hemû saziyan re dişîne.

c- Dîwana Kongreyê bi pêşengiya hevserokan xebatên xwe bi rê ve dibe.Heke di nûnertiya dîwanê de valahiyek çê bibe, di civîna lijneya giştî ya bê de nûnerên nû tên hilbijartin.

d- Dîwana Serokatiyê li ser asasên komîsyonan dixebite. Ji xebatên komîsyonan re perspektîf şandin û  ji çavdêrîkirinê, berpirsiyar e.

 

 4- HEVSEROKATÎ Û PEYWIRÊN WÊ

 

Temsîliyeta Kongreya Civaka Demokratîk dikin.Ji du kesên ku ji aliyê kongreya Giştî ve hatine hilbijartin,pêk tên. Di temsîliyetê de wekhev in. Heke ji hevserokan yek an jî herdu ji aliyê Lijneya Giştî ve ji peywirê werin girtin an jî îstîfa bikin, herî dereng di nav 30 rojan de hevserokên nû ji aliyê Lijneya Giştî ve tên hilbijartin.

b- Di çarçoveya peyman û armancên Kongreya Civaka Demokratîk de kar û xebatên xwe dikin. Biryarên ku ji aliyê Lijneya Giştî ve hatine girtin ji pêkhateyên pêwendîdar re dişînin.Xebatên biryardayinÊ dişopînin, din av lijne û pêkhateyan de hevsengiyê pêk tînin.

 

 5.KOMÎSYAON

a- Komîsyon di çarçoveya armancên ku di peymana KCD’ê de hatine diyarkirin û biryarên ku dê ji aliyê Lijneya Giştî ve bên girtin de xebatan dikin. Bi Lijneya Pêkanîner re di nav kordîneyê de dixebitin.

b- Komîsyon li gorî 9 xalên bingehîn ên Neteweya Demokratîk pêk tên. Li gorî pêdivî û şert û mercan, komîsyonên nû bi erêkirina Lijneya Giştî tên damezirandin.Komîsyonên ku li gorî xalên Neteweya Demokratîk hatine damezirandin, di qada xwe de ji pêşxistina perspektîf û rêxistinkirinê berpirsiyar in. Komîsyon li ser asasên komîteyan xwe bi rêxistin dikin.

 

 Ev komîsyon:

1-Komîsyona siyasî

2-Komîsyona civakî

3-Komîsyona dîplomasiyê

4-Komîsyona hiqûq û statûyê

5-Komîsyona mafên mirovan

6-Komîsyona ekolojiyê

7-Komîsyona aboriyê

8-Komîsyona gel û baweriyan

9-Komîsyona Jinê

10-Komîsyona ciwanan

11-Komîsyona ziman û perwerdehiyê

12-Komîsyona zanistê

13-Komîsyona lihevkirin û diyaloga civakî

 

 c- Her komîsyon rêziknameya rê û rêbazên civîn û xebatên xwe amade dike û pêşkêşî erêkirina Lijneya Giştî dike.

 d- Her komîsyon ji nav nunêrên lijneya giştî, ji 15-21 kesî pêk tê.

 e- Komîsyon li hember Dîwana Serokatî ya KCD’ê berpirsiyar in

 

 6-KOMÎTE

a- Di damezirandina komîteyan de pêdiviyên civakê bingeh tên girtin.

b- Komîte li hember projeyên ku ji aliyê komîsyonên qadên pêwendîdar ve hatine amadekirin û ji aliyê Lijneya Giştî ve hatine erêkirin,berpirsiyar in.

c- Her nûnerê lijneya pêkanîner di komîsyonekê de cih digire.

d- Her komîte li hember Hevserokatiya Lijneya Pêkanîner berpirsiyar e.Xebatên xwe bi raporan pêşkêş dike û perspektîfên eleqedar digire.

 

7- LIJNEYA PÊKANÎNER   

a- Lijneya pêanîner, ji xistina meriyetê ya biryarên ku civata giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk bi hemû organ û pêkhateyan re digire berpirsiyar e.

b- Lijneya Pêkanîner, ji 2 hevserok û 33 endamên ku ji aliyê delegeyên civata giştî ve tên hilbijartin, bi tevayî ji 35 kesan pêk tê.

c- Xebatên ijneya Pêkanîner ji aliyê hevserokên Konreya Civaka Demokratîk ve tên birêvebirin.

d- Heke ji ber sedemekê di endamtiya lijneya pêkanîner de valayî çêbibe, dii şûna wan de endamên nû tên hiilbijartin.

e- Lijneya pêkanîner, bi rêbaza komîte û li ser bingeha herêman dixebite û bi komîsyonên KCD ê yên din re, bi awayekî hevdem xebatên xwe dimeşîne.

f- Lijneya pêkanîner di hemû kar û xebatên xwe de li heber civata giştî berpirsiyar e.

 

8- LIJNEYA DÎSÎPLÎNÊ

 a- Lijneya dîsîplînê, ji 5 kesên ku civata giştî hildibijêre pêk tê.

b- di rewşeke ku delegeyên Civata Giştî li hember peymana giştî ya KCD Ê bikevin nava kêmasiyan, rewşa endamtiyê an jî mijara mueyîdeya di derbarê endaman de rapor amade dike û pêşkêşî erêkirina civata giştî dike.

c- Delegeyên ku 3 car li ser heh bêyî hincet beşdarî civîna lijneya giştî nebin, endamdiya wan tê betalkirin.

 

9- MECLIS

1- Kongre li ser bingeha meclisan dixebite û li Kurdistana bakur li 5 navendên herêmê xwe bi rêxistin dike. Li her herêmê meclisa herêmê tê avakirin. Meclisên herêman li esas û rêbazên eclisên bajaran, ji nûnerên ku tên hilbijartin pêk tê.

2- Meclisên herêman di çarçoveya peymana KCD ê de xebatên xwe dimeşînin. Li gorî armanc û peywirên vê peymanê civînan pêk tînin, esasên xebatan diyar dikin û rêvebirnameyên hundirîn amade dikin.

3- Meclisên Bajar û Navçeyan bi heman esasan tên hilbijartin û di çarçoveya rêvebirnameyên hundirîn ên ku amade kirine xebatên xwe dimeşînin.   

4- Cihê avabûn û rêxistinbûyîna meclisên bajar û herêman komûn û meclisên taxan in. Komûn û mevlisên taxan navendên beşdariya herî berfireh a ji cih ve rêvebirinê ne.

 

10- KOMÛN

 

 1- Di çarçoveya armanc û peywirên KCD ê de li tax û gundan bi rêxistin diibe, di hemû mijarên ku pêdivî bi pêşniiyar û biryaran heye,  bi awayê yekeyên ku projeyan diafirîne û pêşkêşî meclisên pêwendîdar dike xwe bi rêxistin dik e.

 2- Di çarçoveya rêgeza rêveberiyên xweser de yekeyên rêveberiyê yên herêmî ne.

 3- Her komûnek nûnerên xwe yên ku di nava xwe de hilbijartiye, dişîne maclisên Navçe, Bajar û Herêm. Meclis jî xwedî mafê temsiliyetê ne.

 4- Li gorî polîtîkayên bingehîn û esasên rêxistinbûna KCD ê tevdigere, hişmendiya gel xurt dike, bi rêxistin dike û beşdariya gel pêk tîne.

 

DÎWANA EDALETÊ

 

 Xala 5’an

 

 1- Dîwana Edaletê ya ku li gorî pergala daraza KCD ê hatiye avakirin di warê binpêkirina mafan û hemû qadan de ji pêşxistina çareseriyê û pêkanîna dadê berpirsiyar e.

 2- Ji 13 esil û 4 şûngirên ku ji 2 salan carekê di civata giştî ya KCD ê de li ser bingeha rêgeza temsiliyeta wekhev diyar diibe pêk tê.

 3- Li hember Civata Giştî dîwana hevseroktiyê berpirsiyar e.

 4- Diwana Edaletê li herêman wekî Dîwanên Edaletê yên herêman bi rêxistiin dibe.

5- Dîwanên Edaletê yên herêman, li meclisên herêman bi rêbaza esasên hilbiijartinê tê diyarkirin.

6-Dîwana Edaletê di pêvajoyên biryar girtinê de Nirxên ciivakê yên exlaqî û polîtîk esas digire.

7- Dîwana Edaletê Rêvebirnameya Sûc û Ceza Çêdiike û pêşkêşî Lijneya Giştî dike. Di çarçoveya biiryarbûyîna rêvebirnameyê de xebatên xwe pêk tîne.

8- Di hukmên cezayên giran de serî li erêkirina Lijneya Giştî dide.