Pêkanînên bê hiqûqî yên li dijî Kongreya me didomin

Erdnîgariya Rojhilata Navîn ya Jeo Startejîk û Jeo Polîtîk ji bo dewlet û rejîmên antî-demokratîk cihê jiyanê ye. Li Cîhana ku mafê nifşa 3’yemîn tê axavtin de jiyana mafên bingehîn ên mirovan di bin talûkeyek mezin de ye. Kirinên ku li dijî mirov, jin, zarok û li gel wê li hemberî dîrok, erdnîgarî û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin ne mimkûne bê qebûlkirin.

Dema ku pergala hegomonîk ya Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cûda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xwiyakirin ku rewşa heyî nayê berdawam kirin. Daxwaza gel ya azadiyê ku bi buhara Ereban dest pê kir, bi mîlyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna gelê Kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.

Li gorî me sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewam kirin e. Fikir û pêşniyarên Brêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd sedema pêkanîna vê tecrîdê ye. Berdewamkirina tecrîdê rêbazen berdewamkirina vê kaosê ye.

Li Tirkiye yê jî, desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15’ê Tîrmehê şensê avakirina rejîmek li gorî dilê xwe bidesxist. Ji ber vê yekî mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin.

Pêkûtiyên li hemberî qada siyaseta demokratîk, binçavkirin, girtin û bi tayînkirina qeyûman gespkirina vîna gel, mafê meş, çalakiyên protestoyî û êrîşên bê pîvan pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji van binpêkirinan ya herî mezin û bê hiqûqî jî sepandinên li hemberî Kongreya me, pêkûtî û binçavkirin in. Desthilatdar bi pêkûtiyên ku li dijî civakê pêktîne, welat veguherandiye qada rûniştantina darizandinê.

Ji ber domdariya şer û êrîşan, butçeya gel ji bo aboriya şer û qesrê tê veqetandin û gel ber bi xizanî û bê çareseriyê ve hatiye kaşkirin. Polîtîkayên, qetilkirina sedan jinan a her sal, berdewamkirina pergala baviksalarî û rejîma heyî jî bi awayekî hevrast berdawam dike.

Ev sepandinên ku di van rojên ku mafê mirovan tê axavtin de bi seranserê xwe her yek binpêkirinek mezin e. Binpêkirina mafê mirovan ên ku di serî de li grava Îmraliyê û li girtîgehan tê meşandin nayê qebûlkirin. Berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê beramberî daxwaza berdewamkirina şer û kaosê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dê berpirsiyarê exlaqî, wijdanî, siyasî û hiqûqî ya tecrîda li ser brêz Ocalan tê meşandin û hezaran girtiyên nexweş ên siyasî be. Li tu welatên Cîhanê tecrîda dijmirovî  û pêkanînên dijhiqûqî ya ku li Îmraliyê tê meşandin tuneye. Divê desthilatdar dev ji bê hiqûqiya ku li greva Îmraliyê û li tevahî girtîgehan pêk tîne berde.

Bi munasebeta roj û hefteya Mafê Mirovan, em bang li hemû saziyên Netewî, Navnetewî û raya giştî dikin, ji bo ku tecrîda dijmirovî û ev pêkanîna sûcê şer bê bidawî kirin  bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li hemû gelên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemû qadên jiyanê li dijî şêwazên mêtîngeriya berfireh ku pêk tê derkevin, maf û hiqûqa mirovî di warê bingeha herêmî û navneteweyî de biparêzin û xwedî lê derkevin.

                     12-12-2019        

KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK