Ozturk: Navnîşana çareseriyê Îmraliye

Hevserokê me yê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna HDP’ê ya li Enqereyê ku ji bo helwesta xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman diyar bike de axivî.

Ozturk di civînê diyar kir ku li hemberî gel ê kurd pergala faşîzmê di dewrê de ye û wiha axivî: “Ez destpêkê hemû mêvanên hêja silav dikim û dibêjim hûn bi xêr hatine. Di hemû nirxandinên xwe de ne tenê HDP, hemû muxalefetê nav li vê pergalê kirine. Navê vê pergalê faşîzm e yekperestî ye. Ji destpêka komarê heya niha ev feraseta yekperestiyê dewam dike. Ji bo ku hikûmet vê yekperestiyê bidomîne, lewma li hemberî gelê kurd êrişan dike. Ev qeyûmên ku hatine tayînkirin, li dijî vîna gelê me ye, ev yekperestî ye. Îro şaredarî ji aliyê Erdogan an Bahçelî ve ji gel ê me re nehatiye bexşkirin. Gelê kurd berdêlên giran dan. Gelê me ji bo ku wan qeyûman bişînin Enqereyê, kedeke mezin da. Erdogan dixwaze em şaredariyan teslîmî wan bikin. Kengî Erdogan paş sitûyê xwe bibîne em ê wê demê şaredariyên xwe û îradeya xwe teslîmî wan bikin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser neke tu kes ne di ewlehiyê de ye. Erdogan gah li Washîngton gah li Moskovê ye. Li wan deran li hemberî gelê kurd bazaran dike. Derdê wî çareserî be, Îmralî nêzîk e, Navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e. Heya ku hevdîtin bi Ocalan re pêk neyê çareserî pêk nayê. Em ê rexnedayîna xwe jî bidin. Şaredarî îro hatine dagirkirin. Gel îradeya xwe daye van hevşaredaran. Erka wan e ku li vê îradeyê xwedî derkevin. Serkeftin a gelê me ye, ya gelê Rojhilhata Navîn e. Ez careke din li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”