Hûn dê nekarîbin Qetlîama Parîsê bidin jibîrkirin!

Şerê ku metîngeriya Kapîtalîst-Emperyalist li Rojhilata Navîn û li dijî gelê wî/wê pêşxistiyê, bi qetlîamên mezin ên li dijî civak û xwezayê, bi koçberkirin û wêrankirinên ku paşve nayê vegerandin re her ku diçe bêhtir kûr dibe û didome.

Li dijî polîtîkayên wêrankirin û sepandinên pergala Kapîtalîst-Emperyalîst, Tevgera Azadiya Kurdan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bi hêviya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vejiyaye û bûye hêza rê nîşandanê û ronîkirin ê.

Tevgera Azadiya Kurd ku ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye meşaleya azadiyê, di serî de bûye hedefa hêzên emperyal ên Navnetewî-Netewî û hêzên metînger ên herêmî.  Bi hevkariya hêzên Navnetewî û hêzên emperyalist ên metînger ên herêmî hatiye xwestin ku Tevgara Azadiyê ya Kurd bi operasyon û komployan bê tasviyekirin. 

Wekî berdewama Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd brêz Abdullah Ocalan pêk hat, di 9’ê Çileya 2013’an de jî komplo û qetlîama Parîsê pêk hat.

Pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê û Şoreşgera Jin Sakîne Cansiz (Sara) û du rêhevalên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin.

Aşkere vekiriye ye ku bêyî agahî û destura hêzên Navneteweyî qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê ne gengaz e.

Armanc û hedefa qetlîama Parîsê gelek fireh e. Ji ber ku Sakîne Cansiz sazûmankara Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di hemû merhelêyên azadiya jinên Kurdistanê de xwedî û rol û riste û dîsa ji ber Cansiz li dijî pergala baviksalariyê bi hêviya azadiya civakê bi avakirina pergala hemdem a demokrasî-azadiyê pêkan e pêşxistiye bûye hedefa hêzên Navneteweyî ya ku tetîkêşiya wê dewleta Tirk kiriye.

Ji bo ser doza qetlîama Parîsê bê girtin dereng tê destgirtin û bi vî awayî ji hêla hêzên navneteweyî tê xwestin ku cinayetek hiqûqî bê kirin.

Divê civaka Navneteweyî bêdeng nemine û rê ne de ku berpirs û kujerên qetlîama Parîsê bên xilaskirin û hesab nedin.

Em di wê baweriyê de ne di serî de dewleta Tirk, hemû hêzên ku berpirsiyariya wan di vê qetlîamê de heye  dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin.

Dîsa Cansiz û peyhatiyên (ardılları) wê Sevê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar bi heman armancê di 4’ê Çileyê de li Silopiyê hatibûn qetilkirin.

Em careke din di salvegera şehadeta Sakîne, Fîdan, Leyla, Sevê, Pakîze û Fatma de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza; têkoşîn, berxwedan û pêşengiya ku me ji şexsiyeta wan girtiye em dê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.

-EM DÊ QETLÎAMA 9’Ê ÇILÊ YA PARÎSÊ JI BÎR NEKIN Û NEDIN JI BÎR KIRIN!

-BERPIRSIYARÊN QETLÎAMÊ DÊ NEKARÎBIN JI BER DÎROK, MIROVAHÎ Û HIQÛQA GERDÛNÎ BIREVIN Û HESAB NEDIN

9 ÇILE 2020

KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK