Kurdî

20161031_123306

KURTEDÎROK

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD/DTK) piştî konferansa di 26-29’ê Cotmeha 2007’an de hat lidarxistin ava bû. Damezrandina Kongreyê di 30’ê Cotmeha 2007’an de bi weşandina encamnameyê re hat îlankirin. Hevserokên yekemîn ên KCD’ê Yuksel GENÇ û Hatîp DÎCLE yên ku di encama operasyonên qirkirina siyasî ya di bin navê “KCK” hatin girtin û demek dirêj di girtîgehê de man.

Di Komcivîna Giştî ya KCD’ê ya 7-8’ê Tebaxa 2010’an de Aysel TUGLUK û Ahmet TURK wekî hevserok hatin hilbijartin. Di 13-14’ê Tîrmeha 2011’an de KCD’ê civîna awarte li dar xist û di vê civînê de bi daxuyaniyekê “Manîfestoya çareseriyê” ji raya giştî re hat aşkerekirin. Di manîfestoyê de ev tişt hatibû gotin: “Em wekî gelê kurd, di çarçoveya belgeyên navneteweyî yên mafên mirovan de; bi perspektîfa Neteweya Demokratik û bi rêzgirtina yekîtiya neteweyên Tirkiyeyê û di nava welatekî hevpar ê hevgirtî de Xweseriya xwe ya Demokratîk  îlan dikin.”

Her du hevserok demek dirêj ev peywir bi cih anîn. Di kongreya awarte ya ku d 6-7’ê Îlona 2014’an de Selma IRMAK û Hatîp DÎCLE wekî hevserok hatin hilbijartin. Di kongreya awarte ya di 26’ê Adara 2016’an jî Leyla GUVEN û Hatîp DÎCLE wekî hevserok hatin hilbijartin û hê jî ev peywira xwe didomînin.

MEBEST

KCD di wê baweriyê de ye ku tevahiya gelan bi rêya Konfederalîzma Demokratîk dikare bigihêje azadiya civakî. KCD di xebatên xwe yên siyasî û civakî de vê paradîgmayê esas digire. Ev paradigma bi avakirina Xweseriya Demokratîk dikare pêk were. KCD ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Xweseriya Demokratîk îlan kiriye û ji bo avakirin û pêşvebirina vê pergalê, bi hemû hevkarên xwe re dixebite. KCD ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd; ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên ku bi hezaran salan ji hela “Çînên Civakî û Pergala Dewletbûnê” hatiye derxistin jî  Xweseriya Demokratîk weke çareyeke jêneger dibine. KCD ji bo tevahiya Tirkiyeyê Xweseriya Demokratîk û ji bo Rojhilata Navîn jî Konfederalîzma Demokratîk pêşniyaz dike.

Xweseriya Demokratîk tixûban naguherîne. Di nava heman tixûban de dê yekîtî û biratiya gelan xurtir bibe û bi vî awayî  dijberiya ku li Tirkiyeyê derketiye hole dê rawestîne. Dê bi peyameke nû serdemeke nû di navbera têkiliya kurd û tirkan de destpê bike. Ji berk u Xweseriya Demokratîk ne hilweşandina dewletekê, ne jî avakirina dewleteke nû ye. Ji bo çareserkirina pirgirêka kurd dê karibin dewletên herêmê bipejirînin. Bi vî awayî li ser presîba lihevkirina “Dewlet+Demokrasî” dikare pêk were û pêkane ku di nava dewleta neteweyî jiyaneke hevpar pêk were.

Armanca KCD’ê bi destxistin û ewlehiya maf û azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. KCD, ji bo rakirina astengiyên siyasî, civakî, çandî û aborî yên li ber civakê û ji bo avakirina hişmendiya hemwelatiyê azad têdikoşe. KCD dizane ku pirsgirêkên bingehîn bi avakirina civaka birêxistinbûyî û demokratik çareser dibe. Ji bo vê çandê KCD bi rêya meclîsên; herêm, bajar, navçe, gund û taxan rêxisitinbûna gel girîng dibîne û destekê dide saziyên demokratik ên civakî.

KCD derveyî dewlet û hikûmetan e, rêxistineke sivîl a serbixwe ye. Mafê hebûn û azadiya tevahiya nîjad, ol, bawerî û mezhebên li Kurdistan û Tirkiyeyê diparêze. Li hemberî cudakariyua ku di nava nîjad, ol, bawerî, ziman, çand, raman û zayendan de tê kirin têdikoşe û li hemberî her neheqiyê disekine. KCD li dijî şer û mîlÎtarizmê ye, mafê gelan ê aştiyê diparêze. Ji bo her raman û baweriyan mafê xweîfadekirin û birêxistinkirinê jêneger dibine.