Berdan Ozturk : Dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek

Hevserokê Kongra Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk der barê serdana Başûrê Kurdistanê de, diyar kir ku wan di hevditinan de diyar kir ku dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek û daxwaza xwe ya yekîtiya neteweya kurd anîne ziman. 

 

Hevserokê Kongra Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk der barê serdana Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivi û destnîşan kir ku hemû xebatên wan ji bo yekitiya netewî ne. Ozturk diyar kir ku şandeya wan 4 rojan li Başûrê Kurdistanê ma û wan serdana hemû partî û rêxistinan kiriye. Oztuk bal kişand ser rewşa kurdan û diyar kir ku li çar aliyan dijmnên kurdan dibin yek û êrîşi kurdan dikin, gelo çima Kurd nabin yek. Oztuk anî ziman ku di hevdîtinan de hemû alî ji bo yekitiyê mikur hatin û pirsîne ger ku yekitî îro pêk neyê wê kengî pêk were.
Ozturk bal kişand ser sedemê serdana şandeyê û wiha axivi: “Armanca me ya yekem vekirina rêya diyalogê bû. Di vê çerçoveyê de me partî û dezgehên siyasî ditin. Di van hevditinan de çi biryar derneketin lê belê ji bo dahatûyê peyamên giring derketin pêş. Di warê ramanî de danûstandinek çêbû. KCD her dem ji yekitiya gelê Kurd di nav hewldanan de ye. Me fikr û ramanên xwe bi partiyên PDK, YNK, Goran, Îslamî, Azadî re parve kirin. Me guhdariya wan jî kir. Wê têkili xurtir bibin.”
‘DIJMINÊN KURDAN DIBIN YEK ÇIMA KURD NEBIN YEK’
Ozturk destnîşan kir ku piştî demek dirêj ji Bakurê Kurdistanê heyetek çû serdana Başurê Kurdistanê û der barê pêwistiya serdanê de wiha axivî: “Wekî tê zanîn ku pêvajoya referandumê û dagirkirina Kerkukê û herî dawî êrîşên li ser Efrinê cardin yekîtiya netewî da ber hemû rêxistinên kurd. Dijminên Kurdan ji bo nebaşiya kurdan dibin yek û êrîş dikin. Gelo çima Kurd ji bo mafên xwe nebin yek. Divê em hemû Kurd ji bo statuya gelê xwe bibin yek. Çiqas fikr û ramanên me cuda jî bin di rewşên netewî de bertek pêwîst e. Lewma di vê pevajoyê de me xwest em bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê re van xalan nîqaş bikin”.
‘BAŞÛR RÛYÊ TİRKİYEYÊ DÎT’
Ozturk der barê têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê de jî diyar kir ku baweriya gelê Başûr bi Tirkiyeyê nîne. Ozturk anî ziman ku gelê başûr di pêvajoya referandûm, Kerkuk û Efrinê de rûyê Tirkiyeyê yê rastî dît û wiha axivi: “Berî referandumê têkiliyên Tirkiyeyê û başûr xurt bûn lê çawa gelê kurd mafê serxwebûnê xwast Tirkiye bû dijminê gelê başûr. Gel bi politikayên Tirkiyeyê dizane. Hemû kesî rastiya dijmintiya bi gelê Kurd re dît. Bertekên mezin hene li hemberî Tirkiyeyê. Tirkiye dibêje an tê xizmetkarê min bî an ji tê tune bibî. Îro ne gelê başûr tenê kurdên dengê xwe didin AKP’ê jî bi vê yekê dizane.”
‘RÊXİSTİNÊN BAŞÛR J İKEYF XWEŞ BÛN’
Ozturk bilêv kir ku yekîtiya netewî mijara wan ya sereke bû wiha berdewam kir: “Rêvebirên siyasî ji bo pêşeroja gelê xwe berpirsyar in. Ev sed sal ya kurdan e. Divê gelê kurd serbikeve. Lewma ji bo yekîtiya netewî divê serdan zêdetir bibin. Rêxistinên başûr pir kêfxweş bûn ji ber serdana me. Hestên me weke hev bûn”. Ozturk da zanîn ku di hevditinê de berxwedana Efrinê û tevgera leşkerî ya Tirkiye ya li başûr jî hatiye nîqaşkirin û wiha axivî: “Efrîn weke serkeftin hate ditin. Wekî din Tirkiye leşkerên xwe li başûr zêde dike. Niyeta Tirkiyeyê heye ku êrîşî başûr bike. Ji xwe di Rojavayê de jî çi êrîş nehatibûn Tirkiyeyê lê Tirkiye êrîşî Efrînê kir. Lewma Tirkiya belasebep dikare êrîşî başûr jî bike”.
MA